FilistînNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina berpirsê ewlekariyê yê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê û welatên ereb bi serokê MÛSADê ra

Kanala 7ê ya Têlêvîziyona Rêjîma Siyonîst aşkira kir ku rayedarên sirvîsên istixbaratî yên Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê û çend welatên ereb bi serokê Rêxistina Mûsadê ya Israîlê ra bi awayê veşartî gotûbêj kirin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Filsitînê, Kanala 7ê ya Têlêvîziyona Rêjîma Siyonîst îro anku Pêncşemiyê ragihand: Ev civîn di 17ê Hezîranê da li bajarê Eqebeya Urdinê bi mebesta behs û hilkolandina li sre pêşdabirina pêvajoya sazişkariyê anku aştiya bi dayîna serpişkiyan navbera Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê û Rêjîma Siyonîst hatiye lidarxistin.

Li vê civînê Yûsî Kûhîn, serokê MÛSADê, xalid Bin Elî El Hemîdan, serokê Rêxistina Istixbarata Erebistanê, Ebas Kemal, Serokê Saziya Istixbarata Misirê û Ednan Esam El Cindî, serokê Saziya Istixbarata Urdinê hebûn.

Ev civîn li ser daxwaza du kes ji nûnerên pileberz ên amerîkî hat lidarxistin û Macid Ferec, serokê sirvîsên ewlehkariyê yên Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê jî têda beşdar bû.

Dewleta Amerîkayê îdia dike ku ji riya gotûbêja filsitînî û israîlî li dû vejiyandina pêvajoya sazişkariyê ye. Dora dwiyê ya gotûbêja navbera Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê û Rêjîma Siyonîst ji ber dijayetiya vê rêjîmê digel bajarokçêkirin û azadkirina dîlên fislitînî di Nîsana 2014an da hat rawestandin.

Berovajiya Mehmûd Ebasê Rêxistina Xwerêvebir a Filistînê ku ji vê planê pêşwaziyê dike, komên filsitînî wê red dikin û ew binpêkerê xalên neteweyî yên Filsitînê ji wan mafê vegeriyana awareyan dane zanîn. Li gorî gotina gel û komên berxwedana fislitînî, “Bijardeya Berxwedanê” wek tenê riya serêxwegirtina mafên filsitîniyan e.

Başa dön tuşu