ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina Cabêriyê Ensarî tev alîkarê wezîrê karên derve ya Sûriyê li Têhranê

Alîkarê pilebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên siyasî û alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê roja duşemiyê li Têhranê hevdîtin û gotûbêj kirin.

 Husêyn Cabêriyê Ensarî û Feysel Miqdad,  alîkarê pilebilind ê wezîrê karên derve yê Îranê li karûbarên  siyasî û alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li vê hevdîtinê ku li çarçoveya  civînên  komîta siyasî ya hevpar ên du welatan hat lidarxistin, dawîn rewşa  peywendiyên dualî û alûgirên siyasî û meydanî yên Sûriyê hilkolandin.

Husêyn Cabêriyê Ensarî û Feysel Miqdad, her wiha li bara  dawîn alûgurên  têkildarî qanûna bingehîn a  Sûriyê, civîna  gotûbêja neteweyî ya Sûçiyê û encamên  gotûbêjên heftiya buhurî ya muzakirekirên  pilebilind  ên sê welatên garantorê pêvajoya Astanê(Îran, Tirkiye û Rûsiye) û Îstefan Dêmîstora, nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li krûbarên  Sûriyê kuli Jinêvê hat lidarxistin, şêwirîn û gotûbêj kirin.

Feysel Miqdad, alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê  ku sefera Têhranê kiriye,  beriya vê hevdîtinê tev Muhemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê, hevdîtin û gotûbêj kiribû.

Başa dön tuşu