FilistînNûçeRojhilatanavin

Mehmûd el-Zahar: Hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe bidomînin

Yek ji serokê Hemasê Mehmûd el-Zahar di axaftina xwe de ragihand ku hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe yên Xezzeyê bidomînin.

Yek ji serokê Hemasê Mehmûd el-Zahar di hevpeyvîna xwe ya televîzyona el-Meyadînê de got: “Divê her kes li dijî Rêvebiriya Dewlet a Filistînê ku bi rejima Îsraîlê re hevkariyê dike derkeve. Hetanî Filistîn were rizgarkirin em ê çalekiyên xwe yên Xezzeyê bidomînin.”

Herwiha Komîteya Netewî ya Bilind di daxuyaniya xwe de ji bo Meşa Vegera Mezin got: “Em ji hemwelatiyên filistinî daxwaz dikin ku roja înê ji bo Şeriaya Rojava, Xezze û Qudsê tevlî Meşa Vegera Mezin bibin.”

Başa dön tuşu