ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê bi wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê re

Alîkarê wezîrê karên dreve yê Komara Îslamî ya Îranê li beşa Asiya û Uqyanûsiyê tev wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Li gorî rapora  IRIB News`ê,  li vê hevdîtinê, Îbrahîm Rehîmpûr alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li beşa  Asiya û Uqyanûsiyê ku ji duh ve jibo beşdariya li civîna  alîkarên  wezîrên karên derve yên welatên perava Behra Xezerê li Bakûyê de ye, pêvajoya  pêşketina  muzakiran li 48-mîn  civîna  karxebata Behra Xezerê baş nirxand û got : Civîna din a vê komxebatê dê li Işqabadê be.

Li dewama vê civînê Elmar Memed Yarof wezîrê karên derev yê Komara Azerbaycanê û Îbrahîm  Rehîmpûr alîkarê Asiya û Oqyanûsiyê yê wezîrê karên derve yê Îranê li bara mijarên  curbicur ji wan rewşên  berfirehkirina  peywendiyên du welatan li warên  curbicur, civîna  rayedarên  Êkoyê (ECO) li Îslamabadê û mijarên din gotûbêj kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu