EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê digel wezîrê karên derve yê Fransê

Mecîd Text Rewançî cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê li karên Ewropa û Amerîkayê roja îniyê li hevdîtina digel Jan Jak Îro wezîrê karên derve yê Fransayê tevî diyarkirina rezamendiya xwe ji pêvajoya hevkariyên niha yên du welatan li warên cûrbicûr bi taybet li bara peywendiyên aborî, li ser baştirkirina peywendiyên bankî nava du welatan da pêgirî kir.

Text Rewançî li vê hevdîtinê xwest ku hemû alî bi awayekî ciddî bala xwe bidin ser cihanîna sozên xwe li gorî naveroka Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê  û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar.

Textrewançî her viha li bara mijarên navçeyî tevî pêşwaziya ji guhertinên vê dawiyê li Libnanê, li ser pêwîstiya bidestxistina rêkara siyasî ji bo qeyrana Sûriyê pêgirî kir û her cûre rêkara leşkerî ji bo wê qeyranê redkirî da zanîn.

Cîgirê wezêrê karên derve yê Îranê li karên Ewropa û Amerîkayê tevî bibîrxistina gefên têrorîsmê li navçe û Ewropayê, hewcetiya bi hevkariyê li têkoşîna li dijî têrorîsmê pêwîst da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Fransê jî li vê hevdîtinê bal kişande ser sefera sala pêş a Hesen Rûhanî serokomarê Îranê bo Fransê û belgenameyên hevkariyê yên wajokirî li wê seferê û hêvî kir ku cihanîna têgihîştinameyên pêkhatî bi lezeke zêdetir were domandin.

Jan Jak Îro her viha li ser cihanîna tam a Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê  û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar pêgirî kir.

Du aliyan her viha li ser pêwîstiya bidestxistina rêkara siyasî ji bo rawstandina şêrr li Yemenê û şandina alîkariyên mirovhezane bo gelê vî welatî pêgirî kirin.

Li vê hevdîtinê tevî venihêrîna guhertinên herî dawiyê li Iraqê pêwîstiya piştgiriya ji dewleta Iraqê û parastina yekparçetiya vî welatî ji aliyê du welatan va hat destnîşankirin.

Mecîd Textrewançî bi armanca lidarxistina dora gotûbêjên siyasî nava Îran û Fransê roja îniyê sefera Parîsê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu