Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, bal kişand ser hewldana Emerîkayê ji bo piştgiriya ji endamên mayî yên terorîstan li navçê û got: Hin aktorên navçê lê dixebitin terorîzmê ser Iraqê de bisepînin.
Elî Şemxanî, roja duşemiyê li hevdîtina Falih Feyaz, Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokwezîrê Iraqê li Têhranê, bal kişand ser êrişa Emerîkayê ser hêzên çekdar ên Iraq û Sûriyê li çarçoveya piştgiriya ji terorîzmê û got: Welatên ku guman dikin bi baweriya li Emerîkayê dikarin ewlehiya navxweyî û aramiyê li navçê dabîn bikin, alîkariya xurtkirina terorîzmê bikin.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê, mixabiniya xwe li bara reftarên hin welatên navçê ku bûne şirîkê stratejîk ê Rejîma Îsraîlê, mixabiniya xwe da diyarkirin û destnîşan kir: Dewletên bê tecrube yên van welatan ku di xewn û xeyalan de ne bi stratejiyên şanoyî û pêkenî hewl didin ku pirsgirêkên aborî,, ewlehî û civakî yên zav binuximînin.
Elî Şemxanî bal kişand ser vê yekê ku Têhran, tim bi sedaqet li kêleka xelkê bûye û got: Piştgiriya cidî ji xwest û viyana gelê Iraq, siayseta neguher ya Îranê ye.
Falih Feyaz, Şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê serokwezîrê Iraqê jî li vê hevdîtinê, ji piştgiriyên dewlet, gel û hêzên çekdar ên Îranê ji Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê, spasî kir û ser rola kêrhatî ya Îranê li serketina gelê Iraqê li hember terorîzmê sekinî.
Falih Feyaz her wiha, xurtkirina berfirehkirina hevkariya aborî ya Îranê û Iraqê ji ber armanc û berjewendiyên hevpar ên du welatan pêwîst da zanîn.