AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Fermandarê artêşa Pakistanê tev Ruhanî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hewldana artêşa Pakistanê li şerê li dij terorîzmê qedrzanî kir.

Li gor rapora IRNA, serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî îro li hevdîtina fermandarê artêşa Pakistanê General Rahîl Şerîf li Îslamabadê li ser qahêm û bi hêzkirina hevkariyên dualî û navçeyî bona damezirandina aştî, îstiqrar û ewlehiya navçê pêgîrî kir.

General Rahîl Şerîf jî li vê hevdîtinê de raporek derheq kar û xebatên artêşa Pakistanê li hemberî terorîzmê pêşkêşî serokê Komara Îslamî ya Îranê kir.

Ruhanî û Rahîl Şerîf herwiha li ser berfirekirina hevkariyên du welatan li warên curbicur bi taybetî li warê şerê li dij terorîzmê sekinîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî duh înê ji bo berfirekirina hevkarî û pêwendiyên Tehran û Îslamabadê li warên curbicur sefera Pakistanê kir. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Başa dön tuşu