CîhanFilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Spasiya Netenyahu ji endamên kongera Emerîkayê jiber şermezarkirina biryarnama NY ya li dijî çêkirina bajarokan

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ji endamên kongira Emerîkayê ji ber protestokirina biryarnama Konseya Ewlehiyê ya NY ya li dij çêkirina bajarokan ji aliyê Siyonîstan, spasî kir.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê, û ji zarê Filistîn El-Yewmê, serokwezîrê Rejîma Siyonîstî ji kongira Emerîkayê ji ber protstokirina  biryarnama  li dijî çêkirina bajarokên siyonîstan spasî kir.

Binyamîn Netenyahu serokwezîrê Rejîma Siyonîstî  li vê barê got: Endamên kongira Emerîkayê bi dijberiya li hember biryarnama  Konseya Ewlehiyê piştgiriya wxe ji Îsraîlê ragihandin.

Wî got: Endamên kongira Emerîkayê ku dil hene biryarnama  li dijî Îsraîlê li konseya ewlehiyê biguherin û eva armanca me ye.

Ez ji endamên kongirê û Emerîkayê spasiyê dikim.

Endamên parlemana  nuneran a Emerîkayê pêştir biryarnameyek pejirandin ku pêşnumaya konseya ewlehiyê ya li dijî bajarokçêkirinên  Rejîma Siyonîstî şermezar dike.

342 nunerên emerîkî dengê Erê dane vê planê û 80 kesên din li hember wê derketin. Sê kesan jî dengê bêalî danê.

Ev biryarnameya ser piştgiriya Emerîkayê ji Rejîma Siyonîstî tekez kiriye û dixweze Waşengton li hember her cure kiryara ku li gorî vê biryarnamê yekalî û dijî Îsraîlê ye , dijberiyê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu