Serokwezîrê Iraqê bi fermandê navenad fermandehiya Emerîkayê re hevdîtin pêkanî.
Li gorî rapora televîzyona El-Iarqiyê, Heyder Ebadî, serokezîrê Iraqê li Bexdayê tev general Cozef Wetl û taxima bi wî re hevdîtin pêkanî.
li vê hevdîtinê li bara riyên berfirehkirina hevkariyên ewlehiyê di navbera Bexda û Waşengtonê behs û gotûbêj hat kirin.
Nivîsgeha serokwezîriya Iarqê li daxûyaniyekê li bara vê hevdîtinê ragihand ku li hevdîtina Heyder Ebadî tev general Cozef Wetelî li bara perwerdekirina hêzên iraqî û çekdarkirina wan û bidestxistina amadetiyê jibo azadkirina Mûsilê û serketina hêzên iraqî ser terorîstan şêwirîn.
Fermandê navenda fermandehiay Emerîkayê li vê hevdîtinê Candana welatiyên Iraqî li encama buyerên terorîstî li Keradê û El-Beledê ku piştî azadiya Qeyarê û Felûcê û hin bajaran qewimî serxweşî got. (BANGÊ ÎSLÂMİ)