ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevditîna Îsheq Cîhangirî û Beşşar Esad

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokkomarê Sûriyê ser peywendiyên her du welatan û berfirehkirina hevkariyan li Şamê gotûbêj kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li hevdîtina bi Beşar Esed serokkomarê Sûriyê re, bal kişand  ser muzakirên navbera Îran û Sûriyê li 14 mîn komîsyona hevpar ên her du welatan û got: Wajokirina  peymana  hevkariyên aborî yên stratejîk navbera Têhran û  Şamê dê alîkariya  cihanîna baştir a hevhatinan bike.

Çardehemîn  dewra komîsyona hevkariya aborî ya Îranê û Sûriyê yekşemiya buhurî bi beşdariya  zêde ji 100 kes ji bazirgan, derfiroşer û çalakên beşa taybet a Îranê bi serokatiya  wezîrê rê û çêkirina bajaran li Şamê xebata xwe destpê kir.

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha  bal kişand  ser hevaltî û kûratiya peyweniyên navbera Îran û Sûriyê û got: Têhran û Şam li  serdemên  zehmetiyan tim li pişta hev bûne û îro rojê jî bona çareserkirina  pirsgirêkan û bona geşatî û pêşketinê dê  li pişta hev bin.

Cehangîrî ji serketina dewlet û gelê Sûriyê li hember terorîstan rêz girt û destnîşan kir: Ger DAIŞ`ê li navçê dewlet pêk bianiya û komên terorîstî ji nav neçûna, welatên rojavayî divê şehedê teror, şîdet û cinayetên  neînsanî li welatên xwe bana.

Beşar Esed serokkomarê Sûriyê jî li vê hevdîtinê  spasiya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û dewlet û gelê Îranê ji welatê Sûriyê bona rawestana li ber terorîzmê û mudaxila biyaniyan got: Piştî azadkirina  tam û tekûz a Sûriyê avedankirina  vî welatî bernama sereke ya  dewletê ye û em daxwaza hizûr û hevkariya zêdetir a piraniya şîrketên  dewletî û nedewletî yên Îranê li vî warî dikin.

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê bi taximeke siyasî û aborî re gihêşt  Şama  paytexta Sûriyê.

Başa dön tuşu