Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokkomarê Sûriyê ser peywendiyên her du welatan û berfirehkirina hevkariyan li Şamê gotûbêj kirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja sêşemiyê li hevdîtina bi Beşar Esed serokkomarê Sûriyê re, bal kişand ser muzakirên navbera Îran û Sûriyê li 14 mîn komîsyona hevpar ên her du welatan û got: Wajokirina peymana hevkariyên aborî yên stratejîk navbera Têhran û Şamê dê alîkariya cihanîna baştir a hevhatinan bike.
Çardehemîn dewra komîsyona hevkariya aborî ya Îranê û Sûriyê yekşemiya buhurî bi beşdariya zêde ji 100 kes ji bazirgan, derfiroşer û çalakên beşa taybet a Îranê bi serokatiya wezîrê rê û çêkirina bajaran li Şamê xebata xwe destpê kir.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bal kişand ser hevaltî û kûratiya peyweniyên navbera Îran û Sûriyê û got: Têhran û Şam li serdemên zehmetiyan tim li pişta hev bûne û îro rojê jî bona çareserkirina pirsgirêkan û bona geşatî û pêşketinê dê li pişta hev bin.
Cehangîrî ji serketina dewlet û gelê Sûriyê li hember terorîstan rêz girt û destnîşan kir: Ger DAIŞ`ê li navçê dewlet pêk bianiya û komên terorîstî ji nav neçûna, welatên rojavayî divê şehedê teror, şîdet û cinayetên neînsanî li welatên xwe bana.
Beşar Esed serokkomarê Sûriyê jî li vê hevdîtinê spasiya rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî û dewlet û gelê Îranê ji welatê Sûriyê bona rawestana li ber terorîzmê û mudaxila biyaniyan got: Piştî azadkirina tam û tekûz a Sûriyê avedankirina vî welatî bernama sereke ya dewletê ye û em daxwaza hizûr û hevkariya zêdetir a piraniya şîrketên dewletî û nedewletî yên Îranê li vî warî dikin.
Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê roja duşemiyê bi taximeke siyasî û aborî re gihêşt Şama paytexta Sûriyê.