ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Dewama êrişên siûdîyan û bersivdayîna hêzên yemenî

6 welatî ji wan çend jin û zarokên yemenî di encama êrişên hewayî yên Erebistanê ser Yemenê li parêzgeha Teizê li başûra rojavaya vî welatî da hatin kuştinê.

Li gorî rapora kanala nûçan a Al-Alamê, balafirên cengê yên Erebistanê vê sibê deverên curbicur ên parêzgeha Teizê dan ber bombeyan û di encamê da hejmarek welatîyên bêguneh ên yemenî jî birîndar bûn.

Li gorî ragihandina çavkanîyên meydanî, babek ligel hevser, keç û sê kurên xwe di encama êrişa balafirên Erebistanê ser devera Remê li bakûra Yextelê li parêzgeha Teizê da hatin kuştinê.

Di vî halî da, şofêrê tankêreke niftê di encama êrişa bombeyî ya Erebistanî ser pira Hisê di navbera parêzgehên Hedîde û Teizê da hat kuştinê.

Balafirên cengê yên Erebistanê, herwiha êrişî baregeha Xalidê li beşên Muweze, Mexa û Zubabê kirin.

Balafirên cengê yên Erebistanê herwiha li devera Zurê li parêzgeha Seidê li bakûra Yemenê êrişî maşîneke sivîlan kirin ku di encamê da zarokek hat kuştinê û 9 kes jî birîndar bûn.

Yekîneyên mûşekî yên artêş û komîteyên gelanî yên jî îro di bersiva cinayetên siûdîyan da, baregeha Recolayê li devera Necranê li başûra Erebistanê dan ber rokêteke Zêlzal-2`yê.

Hêzên yemenî herwiha baregehên Umqeteb ş Korsê li Cazanê li başûra Erebistanê dan ber mûşekan.

Erebistanê bi piştgirîya Amerîka û Ingilîsê ji 26`ê Adara sala 2015`ê va êrişên ser gelê yemenê destpê kirin û di encama êrişên rêjîma siûdî da zêde ji 38 hezar welatîyên yemenî hatine kuştinê û birîndar bûne.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu