ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina nunerê Sek. giştî yê NY û alîkarê wezîrê derve yê Îranê

Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê tev alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li beşa Efrîqa û Erebî bi hev re rûniştin û gotûbêj kirin.

 Li gorî rapora IRIB Newsê, Estefan De Mîstora nunerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê tev Sadiq Huseyn Cabêrî Ensarî  li bara alûgurên  Sûriyê hevdîtin kir û şêwirî.

Nunerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê her wiha biryar e tev Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bicive û li bara  alûgurên  qeyrana Sûriyê û muzakirên aşitiyê yên li bara  vî welatî bişêwire. Nunerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê vê sibê gihêşt Têhranê. Îstefan  Dî Mîstora eva cara dudiyan e ku îsal sefera Têhranê dike.  wî pêştir  jî bi rayedarên  wezareta  karên derve ya Îranê re li bara  hilkolandina  rêçareyên siaysî yên qeyrana Sûriyê li Têhranê gotûbêj kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu