Nunerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li karûbarên Sûriyê tev alîkarê wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li beşa Efrîqa û Erebî bi hev re rûniştin û gotûbêj kirin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Estefan De Mîstora nunerê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê tev Sadiq Huseyn Cabêrî Ensarî li bara alûgurên Sûriyê hevdîtin kir û şêwirî.
Nunerê taybet ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên Sûriyê her wiha biryar e tev Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bicive û li bara alûgurên qeyrana Sûriyê û muzakirên aşitiyê yên li bara vî welatî bişêwire. Nunerê taybet ê NY li karûbarên Sûriyê vê sibê gihêşt Têhranê. Îstefan Dî Mîstora eva cara dudiyan e ku îsal sefera Têhranê dike. wî pêştir jî bi rayedarên wezareta karên derve ya Îranê re li bara hilkolandina rêçareyên siaysî yên qeyrana Sûriyê li Têhranê gotûbêj kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)