CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Nûnerê Taybet ê Serokomarê Fransayê li Karên Sûriyê bi Cabirî Ensarî ra

Destyarê pileberz ê wezîrê karên derve yê Îranê li karên siyasî hêsankiirna vegeriyana awareyan, destpêbûna xebata komîteya guhertina qanûna bingehîn û çalakiirna komîteya danûstandina girtî û wendabûyiyên pevçûnan ji mijarên sereke yên siyasî yên dewleta Sûriyê da zanîn.

Li gorî rapora IRNAyê, Hisên Cabirî Ensarî roja Şemiyê li hevdîtina bi Franswa Sênêmû balyozê ransayê li Têhranê ku piştî bidawîhatina pêspartiya xwe wek Nûnerê Taybet ê Serokomarê Fransayê li Karên Sûriyê hat tayînkirin, got: Komara Îslamî ya Îranê ji destpêbûka qeyrana Sûriyê vca li ser vê baweriyê bûye ku ti rêkarek leşkerî bona qeyrana Sûriyê tune.

Cabirî Ensarî bal kişande ser cinayetên komên têrorîst li Sûriyê û got: Pêvajoya têkoşîna dijî têrorîsmê li Sûriyê tûşî serketinin berfireh bû û rewş ji bo vegerandina serdestiya dewleta Sûriyê li gellek beşên vî welatî xweş kir.

Destyarê pileberz ê wezîrê karên derve yê Îranê li karên siyasî her wiha bi gotina viya ku derfetin nihênî li pêwendiyên T^êhran û Parîsê  li warên cûrbicûr ên dualî û çendalî hene, amadetiya Îranê ji bo xurtkirina gotûbêj û hevkariya du welatan li warê bidawîanîna qeyranên navçeyî bi taybet qeyrana Sûriyê ragihand.

Franswa Sênêmû jî li vê hevdîtinê got: Îran wek welatekî mezin û hêzeka navçeyî dikare roleka girîng li aramiya Sûriyê û pêvajoya çareseriya siyasî ya qeyrana vî welatî bilîze.

Sênêmû her wiha piştgiriya Fransayê ji mijarên sereke yên dewleta Sûriyê da zanîn û li ser amadetiya Parîsê ji bo hevkariya bi Têhranê ra li warê çareserkirina qeyrana Sûriyê pêgirî kir.

Başa dön tuşu