Hevdîtina nûnerên Tevgera Sedr û partiyên siyasî yên kurd ên Iraqê bi Fuad Mesûm re
Nûnerên Tevgera Sedr û partiyên siyasî yên kurd ên Iraqê li hevdîtina bi serokkomarê vî welatî re, demajoya kivşkirî li qanûna bingehîn ji bo destpêkirina xebatên parlemanê hilkolandin û daxwaza lidarxistina yekim civîna parlemanê kirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya ISNA`yê û ji zarê Someriye News`ê li gor daxûyaniya nivîsgeha Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li vê hevdîtinê ser pêwîstiya deweta ji parlemanê ji bo destpêkiina dewra nû li gor dema qanûnî û pêkanîna kabîna nû li çarçoveya demî ya kivşkirî li qanûna bingehîn teqez kirin.
Li vê hevdîtinê her wiha dawîn alûgurên siyasî li navçên curbicur ên Iraqê û her wiha riyên xurtkirina hevkariyan û hevdengiyan navbera hemî komên siyasî hat hilkolandin.
Liv û tevgerên siyasî yên cur bi cur ên Iraqê ji dema ragihandina encamên hilbijartinê li Gulana buhurî, muzakirên berdewam ji bo pêkanîna fraksiyona mezintir destpê kirin.
Li çaremîn dewra hilbijartinên parlemanî yên Iraqê ku 12 Gulana 2018`an bi beşdariya sedî 44.5 xelkê hat lidraxistin. Lîsteyên hilbijartinê yên Sairûnê ( Muqteda Sedr) bi 54 kursiyan, Fath bi serokatiya Amêrî bi 48 kusiyan, El-Nesr bi serokatiya Heyder Ebadî bi 42 kursiyan li pila ewil heya sisyan cih girtine.