IraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina nûnerên Tevgera Sedr û partiyên siyasî yên kurd ên Iraqê bi Fuad Mesûm re

Nûnerên Tevgera Sedr û partiyên siyasî yên kurd ên Iraqê li hevdîtina bi serokkomarê vî welatî re, demajoya kivşkirî li qanûna bingehîn ji bo destpêkirina xebatên parlemanê hilkolandin û daxwaza lidarxistina yekim civîna parlemanê kirin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya ISNA`yê û ji zarê Someriye News`ê li gor daxûyaniya nivîsgeha  Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li vê hevdîtinê ser pêwîstiya  deweta ji parlemanê  ji bo destpêkiina  dewra nû li gor  dema qanûnî  û pêkanîna  kabîna  nû li çarçoveya demî ya kivşkirî li qanûna  bingehîn teqez kirin.

Li vê hevdîtinê her wiha dawîn alûgurên  siyasî li navçên  curbicur ên Iraqê û her wiha  riyên xurtkirina hevkariyan û hevdengiyan navbera hemî komên  siyasî hat hilkolandin.

Liv û tevgerên siyasî yên cur bi cur ên Iraqê ji dema ragihandina encamên  hilbijartinê li Gulana buhurî, muzakirên  berdewam ji bo pêkanîna fraksiyona mezintir  destpê kirin.

Li çaremîn  dewra hilbijartinên  parlemanî yên Iraqê ku 12 Gulana 2018`an  bi beşdariya  sedî 44.5 xelkê hat lidraxistin. Lîsteyên hilbijartinê yên Sairûnê ( Muqteda Sedr) bi 54 kursiyan, Fath bi serokatiya Amêrî bi 48 kusiyan, El-Nesr bi serokatiya  Heyder Ebadî bi 42 kursiyan li pila ewil heya  sisyan cih girtine.

Başa dön tuşu