IraqNûçeRojhilatanavin

Grûpa terorîst a DAIŞ`ê 232 kesên sivîl li derûdora Mûsilê îdam kirin

Ebdulrehîm El-Şemerî serokê komîsiyona mafê mirovan a parlemana Iraqê îro çarşemê ragihand ku Grûpa terorîst a DAIŞ`ê 232 kesên sivîl îro li derûdora Mûsilê îdam kirin ku 190 kes ji wan li gundê Hemam El-Elîl hatine îdamkirin.

Şemerî destnîşan kir; grûpa terorîst a DAIŞ`ê 42 kesên sivîl jî li gundê El-Erîc îdam kirin û ragihand ku ev kesane ji ber cihneanîna fermanên vê grûpê û endamnebûna nav DAIŞ`ê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu