ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê bi Beşar Esed re li Şamê

Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê îro bi Beşar Esed Serokkomarê Sûriyê re li Şamê hevdîtin pêk anî û bi wî re li bara meselên dualî û navçê gotûbêj kir.

 Li gorî rapora El-Ehdê, Beşar Esed di hevdîtina digel Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Falih Fezyaz got: Alûgurên navçeyî û navneteweyî pêwîstiya hewldana Sûriyê û Iraqê bona parastina hakimiyet û serbixwetiya li hember komployên dijminan nîşan didin.

Serokkomarê Sûriyê her wiha tekez kir: Çarenivîsa navçê tenê gelên wê kivş dikin.

Rawêjkarê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Falih Fezayz jî di vê hevdîtinê de tekez kir ku qaweta Sûriyê û serketina wê li hember terorîzmê serketinek e bo Iraqê û her destkevteke eskerî li Iraqê jî ser qezanca ewlehî û aramiya Sûriyê ye.

Başa dön tuşu