ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina rêberê Înqilaba Îslamî û malbatên şehîdên sînorvaniyê û şehîdên parêzvanên heremê

Rêberê Înqilaba Îslamî li Hevdîtin hin malbatên şehîdên sînrvaniyê û malbatên şehîdên parêzvanên heremê desnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê bi hêz û qawet sekiniye û meletê Îranê wê derbeyeke giran li dijminan xîne.

Li gor malpera ragihandinê ya nivîsgeha Rêberê Înqilaba Îslamî Hz. ayetullah Xamineyî duh berêvarê li vê hevdîtinê de bal kişand ser gotinên bi gef û gurr û pûç yên rayedarên amerîkî li dij Îranê û got: Rayedarên amerîkî her ji dema serkevtina Îsnqilaba Îslamî ya Îranê hertim li dû guhertina nizama Îslamî ya Îranê bûne , lê qet ew nikarin bigihêjin vê mirazê xwe û netewê Îranê wê kolmeke giran li wan xin .

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bal kişand ser mayîna nizama Îslamî ya Îranê tevî dijminatiyên dijwar ku li hemberê wê hene û got: Gotinên pûç ên serokomarê Amerîkayê meseleke nû nîne , çûnku nizama Îslamî ya Îranê her ji destpêka damezirîna xwe bi komployên curbicur re rûbirû bûye , lê dilnexwaz û neyarên netewê Îranê nikaerîne li dij vê nizamê karekê bikin.

Hz. ayetullah Xamineyî desnîşan kir:Dema ku nizama Îslamî wekî şitileke nûgihêştî û nazik bû wan nikarî ziyanekê bighîninê, lê niha ku ew bûye dareke qalind û mezin çawa dikarin.

Rêberê Înqilabê bal kişand ser gotinên vê dawiyê yên rayedarên amerîkî li bara guhertina Nizama Îslamî ya Îranê û ber bi wan got: Li dereqa 38 salên bihûrî, kengê we nexwestiye ku Nizama Îslamî biguherînin, lê hertim serê we li kêvir ketiye û ji vê şûnda jî wisa ye.

Hz. ayetullah Xamineyî karbidest û rayedarên nû yên Koşka Sipî bêtecrube û nûkar dan zanîn û got: Serok û rayedarên amerîkî ji dema serkevtina Înqilaba Îslamî heya niha xebitîne ku Nizama Komara Îslamî ya Îranê ji nav biben, lê ewên ku hesreteke wiha li dilê wan de bû ev mirazê xwe bi xwe re birin gornê û ji vê şûnda jî wiha ye.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, ewlekariya niha ya li welêt de deyndarê parêzvanên heremê û xebata sînorvanên welêt da zanîn û li pesna rola şehîdên parêzvanê heremê got: Heke şehîdên parêzvanê heremê nebûna, roja îro mirovên fitnekar, pîs û qirêj û dijminên Ehlê Beytê (S) di nav bajarên Îranê şer dikirin, çûnku hedefa wan eva bû ku ji sînorên Iraqê derbasî nav axa Îranê bibin , lê pêşiya wan hete girtin û ew ji nav çûn û niha jî li Iraq û Sûriyê ew berbi jinavçûna tam diçin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu