ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Rûhanî bi alîkarê serokkomarê Endonêzyayê re

Serokê Komara Îslamî ya Îranê peywendiyên Îran û Endonizyayê berbipêş û erênî nirxandin û ser berfirehkirina giştalî ya têkiliyên Têhran û Cakartayê tekez kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvara pênşemiyê û li kêleka civîna rayedarên welatên endamê Rêxistian Hevkariya Îslamî li Stenbola Tirkiyê li hevdîtina alîkarê serokkomarê Endonizyayê, Muhemed Yûsif Kela bal kişand ser vê yekê ku îro rojê peywendiyên navbera her du welatan pir baş in û got: Şêwirîna rayedarên Îran û Endonizyayê, peywendiyên dualî lezgîn dike .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand ser muzakirên sala derabasbûyî yên serokkomarên Îran û Endonizyayê li Cakartayê û şêwirîna li warên plan û hevkariyên curbicur navbera her du welatan da û got: Îro bi rakirina boykotan, zemîne bi pêkanîna liv û tevger û bazdanekê li hevkariyên aborî yên her du welatan pêk hatiye ku divê bi xebitandina zirûfan vê derfetê bo berfirehkirina peywendiyên li hemî waran bi kar bînin.

Muhemed Yûsif Kela alîkarê serokkomarê Endonizyayê jî li vê hevdîtinê serketina Komara Îslamî ya Îranê li muzakirên tev Koma 5+1`ê û rakirina boykotan pîroz kir û got: Serketina Îranê ev îmkana pêk aniye ku zirûfên mezin ên hevkariya tev Îranê li çarçoveya xurtkirina peywendiyên giştalî navbera her du welatan bikar bînin.

Alîkarê serokkomarê Endonizyayê bal kiaşnd ser vê yekê ku Cakarta û Têhranê hertim piştgiriya peywendiyên biaşitî û hevkariya navbera welatên Îslamî kirine û got : Her du welat ser rawestana bingehîn û çandî li hember fanatîzm û terorîzmê tekez dikin û welatên mezin ên islamî û rêxistinên mîna Rêxistian Hevkariya Îslamî divê li vî warî çalaktir bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu