ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Rûhanî û Gotrêş / Lihevkirina Atomî, Sûriye û Yemen mijara gotûbêjan bû

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) hevdîtin pêk anîn û derbarê mijarên cûrbicûr ji wan Lihevkirina Atomî, qeyrana Sûriyê û şerê Yemenê axivîn.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî berêvariya Çarşemiyê li gorî dema herêmî li hevdîtina bi  Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Antoniyo Gotrêş li New Yorkê, helwêstên wî derbarê parastian Lihevkirina Atomî erênî nirxandin û got: “NY divê erka xwe li çarçova xurtkirina qanûnên navneteweyî bi awayekî cih bîne ku tu welatek nekare bi pêderxistina xwe li dijî soznameyên navneteweyî bi taybet  biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya NY bisekine”.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku: “Nabe ku bêsozî û binpêkirina qanûnê li civaka navneteweyî bibe mijare asayî û pêvajo”, got: “Helwêstên ron û zelal ên  Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li çarçova parastina Lihevkirina Atomî wek sembola lihevkirina serketî di encama gotûbêj û dîplomasiyê dê bibandor be”.

Rûhanî her wiha bi gotina vê yekê ku Îran amadeyî her cûre hevkariya bi NY li mijarên navçeyî û navneteweyî û dewama kiryarên xwe yên erênî ji bo çareserkirina qeyrana li welatên mîna Sûriye û Yemenê, got: “Îran, Tirkiye û Rûsiyê karîne pêngavin baş li riya pêkanîna aştî û ewlehiyê û têkoşîna dijî têrorîsmê li Sûriyê rakin û lihevkirina sê welatan rê li ber destpêbûna şêrr û kuştinê li Idlibê girt”.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê rewşa bêserûber û karesatên mirovî li Yemenê jî dilgiranker da zanîn û got: NY divê li mijara Yemenê bi awayekî çalaktir bixebite û alîkariyên mirovdostane bigihîne gelê vî welatî.

Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Antoniyo Gotrêş jî li vê hevdîtinê tevî sipasiya ji helwêstên kêrhatî yên Îranê wek berteka li hemberî biryara dewleta Amerîkayê ji bo derketina ji Lihevkirina Atomiyê, got: “Lihevkirina Atomî ji aliyê NY û Konseya Ewlehiyê va hatiye piştrstkirin  û divê bi tamî cih were, lê boykotên dijî Îranê bi tu awayî ji aliyê NY va nehatine piştrastkirin û li çarçova NY nînin”.

Sikritirê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) her wiha tevî sipasiya ji hewildanên Komara Îslamî ya Îranê li warê çareserkirina mijarên Sûriyê, li ser berfirehkirina hevkariya NY bi Îranê ra li warê têkoşîna dijî têrorîsmê û alîakriya bo gelê qeyrandîtî yê navçeyê bi taybet li Yemenê teqez kir.

Başa dön tuşu