ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Salihî û Yokiya Amano

Serokê Rêxistina Ênêrjiya Atomê ya Îranê û birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê pêngavên rakirî li çarçoveya lihevkirina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar hilkolandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê, serokê Rêxistina Ênêrjiya Atomê ya Îranê, Elî Ekber Salihî roja pêncşemiyê, 5`ê Gulana 2016`an, li hevdîtina ligel birêvebirê giştî yê Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê kiryarên pêkhatî li çarçoveya Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar ji sê mehên yekem da hilkolandin.

Serokê Rêxistina Ênêrjiya Atomê ya Îranê li vê civînê tevî diyarkirina rezamendiya xwe ji rapora Amano, got: Rapora Ajansa Navneteweyiya Ênêrjiya Atomê tenê gerê li ser esasa Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar be û bala xwe nede şiroveyên din. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu