NûçeRojhilatanavinSûriye

Beşar Ceferî: Li nav Sûriyê hemûyan wekî kurdan heq û mafekî beranber hene

Beşar Ceferî nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî bal kişande ser hevdîtina vê dûmahîkê ya taxima dewleta Şamê û hêzên meclisa Demokratîk a Sûriyê û ragihand: Li nav Sûriyê hemûyan wekî kurdan heq û mafekî beranber hene.

Beşar Ceferî nûnerê hertimî yê Sûriyê li Rêxistina Netewên Yekgirtî li gotinên xwe yên li civîna Konseya Ewlehiyê li gotûbêja xwe ya tev K24ê , bal kişande ser hevdîtina vê dûmahîkê ya taxima dewleta Şamê û hêzên meclisa Demokratîk a Sûriyê û ragihand: Ev civîna gelekê girîng bûye.

Wî destnîşan kir: Li vê hevdîtinê li bara babetên curbicur hate axivtin û hinek biryar jî hatine îcrakirin, bi vê qirarê her aliyek di nav Sûriyê dikare ji heqê xwe berevaniyê bike û li nav Sûriyê hemûyan heq û mafekî beranberî kurdan heye.

Başa dön tuşu