ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina sefîrê Îranê li Iraqê û Nêçîrvan Barzanî

Komara Îslamî ya Îranê li şerê li dij grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê alîkariya Iraqê dike.

Li gor rapora IRNA, sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexday duh berêvarê li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistana Iraqê bi serokwezîrê vê herêm Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî û pêre gotûbêj kir û li vê gotûbêjê de desnîşan kir ku alîkariyên Komara Îslamî ya Îranê bo Iraqê ji bo domandina şerê li dij grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê berdewam dike.

Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê, Hesen Danayîfer û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî ser meselên ku Îran û Herêma Kurdistana Iraqê elaqedar dike yên wekî şerê li dij DAIŞ`ê li deverên bakûra Iraqê û herwiha hevkariyên Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê gotûbêj kirin.

Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li ser berfirekirina pêwendiyên aborî yên du aliyan sekinîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu