ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Salihî: Em ji bo avakirina hêzgehên teze bibiryar in

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê got: Bi behrewergirtina ji hêzgehên teze yên navokî li Bûşêhrê li başûrê Îranê em ê salê şehedê salifîna 22 milyion bermîl niftê li welêt bin.

Elî Ekber Salihî, serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê berêvariya şemiyê li rêûrisma rêzgirtina li şehîdên navokî li Navenda Zengînkirina Ûranyûmê ya Netenzê (li navenda Îranê) her wiha got: Asta sermayedanîna li van du hêzgehan derdora 10 miliyar dolarî ye ku projeya herî mezin a pêşeyî li welêt e.

Wî her wiha qala beşdariya pisporên ûris li avakirina van du hêzgehan kir û got: Li biryarnameya hevkariya digel aliyên ûris da bikaranîna  şiyana teknîkî ya pêşeyên navxweyî li cihanîna vê projeyê hatiye destnîşankirin.

Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê her wiha amaje bi mijara Lihevkirina Navokî ya di navebra Îranê û welatên Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar kir û got: Di 15`ê Çileyê da bi rastî salek ji pratîkîbûna Lihevkirina Navokî derbas dibe û her çend ku aliyê hember gellek bêsozî kirine; Lê me destkeftên baş jî li warê vê lihevkirinê bi dest xistine.

Salihî derkirrîna 220 ton Keyka Zer, wajokiirna têgihîştinnameya avakirina yekemîn nexweşxaneya navokî ya Îranê, derfirotina Ûranyûmê û  girîngtir ji hemiyan naskirina mafê zengînkirinê yê Îranê ji destkeftên girîng ên Lihevkirina Navokiyê da zanîn.

Wî her wiha got: Bi pejirandina endamên komîsiyona Lihevkirina Navokî dê 130 ton Ûranyûm zûtirkê bigihêje welêt. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu