ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina sergêrê wezareta bazirganiya Iraqê tev Larîcanî

Elî Larîcanî, serokê Meclisa Şêwra Îslamiya Îranê, roja yekşemiyê li hevdîtina tev Selman El Cemîlî, wezîrê plandarêştinê û sergêrê wezareta bazirganiya Iraqê li Têhranê û herwiha got: Siyasetên nedirust û piştevaniya hêzxurtên cîhanî û hin welatên navçeyê ji komên terorîst, bûye sedema bêewlehîtî û nearamiya li navçê û bi taybet li Iraq û Sûriyê.

Larîcanî şerrê dijî tundrêtî û komên terorîst, erka hemû welatên navçê da zanîn û li ser rêçareya siyasî û dîplomatîk û dewama siyasetên Komara Îslamiya Îranê bona dabînkirina aramiya li navçê pêgîrî kir.

Larîcanî herwiha got:m Hevpariyên kûr ên dîrokî û çandî yên du neteweyên Iraq û Îranê, palpiştiyên qahêm bona berfirehkirina peywendiyên siyasî, aborî û çandî, bi taybet danûstandinên parlimanî yên du welatan in.

Serokê Meclisa Îranê, destnîşan kir: Jiholêrakirina berbendên bankî, hêsankirina danûstandinên bazirganiyê yên kompaniyên sivîl û îbtalkirina vîzeya ziyaretkerên îranî û iraqî, dikarin alîkariya berfirhkirin û geşkirina danûstandinên aborî û çandî yên dualî bikin.

Selman El Cemîlî, wezîrê plandarêştin û sergêrê wezareta bazirganiya Iraqê jî di vê hevdîtinê de, qedrê piştgîriyên Komara Îslamiya Îranê ji Iraqê li şerrê dijî komên terorîst girt û got, piştgîriyên Îranê, berbendên mezin li hember tundrêtî û fikrên tekfîrî li navçeyê bûne.

Sergêrê wezareta bazirganiya Iraqê, herwiha li ser dewama şêwirîn û gotûbêjên berdewam ên rayedarên payebilind ên Îran û Iraqê li mijarên navçeyî û navneteweyî, jiholêrakirina berbendên aboriyê û geşkirina danûstandinên li warên curbicur ên di navbera du welatan de sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu