ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Serkonsolê Komara Îslamî ya Îranê û Wezîrê karên navxweyî yên Herêma Kurdistana Iraqê

Mirtezas Ebadî, Serkonsolê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê tev Kerîm Sencarî, Wezîrê karên navxweyî yên Herêma Kurdistana Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê Serkonsolgeriya Îranê li Hewlêrê, Mirteza Ebadî, Serkonsolê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê li vê hevdîtinê tevî amajeya bi cihanîna vîzaya elektronîkî li Serkonsolgeriya Îranê li Hewlêrê û tevî şîroveya derbarê şêwaza cihanîna vê proseyê û şiyanên wê, got ku armanca Nûneratiya Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê hêsankirina sefera welatiyên Kurd ên Iraqî bo Îranê ye û di vî warî da, hemî hewla xwe jibo rihetî û parastina rêz û hurmeta zêde a daxwazkerên sefera bo Komara Îslamî ya Îranê bi kar aniye.

Di dewama vê hevdîtinê da, pêwîstiya veguhestina zindaniyên îranî ji herêmê bo Îranê û hêsankirina sefera rêwiyan bi erebeya kesane bo Îranê û agahdariya derbarê wêdadayîna girêdana vîzayan û mora têketin û derketinê jî hat behskirin.

Kerîm Sencarî, Wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê jî tevî sipasiyê, biryar da ku berçavgirtina sînoran û hilkolandina dosyeya zindaniyan were lezandin.

Wî her wiha derbarê danûstandinên sînorî got: Em hewil didin ku bi şopandin û wêdadayîna kêmasiyonê heyî, alîkariyê bo berfirehkirina pêwendiyên dualî bikin.

Wezîrê karên navxweyî yê Herêma Kurdistana Iraqê her wiha qala erêkiirna wernegirtina 25 hezar dînarê hatina bo Herêmê ji roja 15 heta 25ê Adarê kir.

Başa dön tuşu