ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê Civaka Bilind a Islamî ya Iraqê

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamiya Îranê, wê heya ji navçûna tam a terorîstan li kêleka dewlet û gelê Iraqê bimîne.

Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara Îslamiya Îranê, roja yekşemiyê li hevdîtina tev Seyîd Emar Hekîm, serokê Civaka Bilind a Islamî ya Iraqê li Têhranê, hevgirtîbûna zêde ya komên curbicur ên siyasî û etnîkî li Iraqê û herwiha li welatên navçeyê, bona têkbirina dawîn a terorîstan pêwîst da zanîn.

Zerîf kêfxweşiya xwe ya ji ber serketinên bi dû hev ên artêş û hêzên gelanî yên Iraqê li şerrê dijî terorîstan, diyar kir û hêvîdariya xwe jî da diyarkirin ku bi hewldana dewlet û gelê Iraqê, bi vê zûtirkê dawî li terorîstên tekfîr yên li Iraqê were. Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasiya medyayî ya wezareta karên derve, serokê Civaka Bilind a Îslamiya Iraqê, jî bi raberkirina raporekê li ser alûgorên siyasî û leşkerî li Iraqê, qedrê piştgiriyên Komara Îslamiya Îranê girt.

Emar Hekîm, bal kişand ser vê yekê ku terorîstên li Iraqê, ber bi têkçûna tam in û herwiha got: terorîst û piştgirên wan pirr bêhêvî ne û hêdî hêdî gihîştine vê encamê ku êdî rewş li ser qazanca wan nine.

Serokê Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê herwiha destnîşan kir: Divê pirsgirêkên navçê bi destê welatên navçê û ji riya gotûbêjê çareser bibe û dewr û dema bi karanîna komên terorîst bi dawî hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu