ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê ligel Rûhanî

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Îran hertim yê di çarçova parastina tirbên ehli beytê (S) û têkoşîna li dijî têrorîsmê, li kêleka gel û delweta Iraqê be.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokomartîyê, Hesen Rûhanî, serokê Komara Islamî ya Îranê îro li hevdîtina ligel Seyîd Emar Hekîm, serokê Civata Bilinda Islamî ya Iraqê, li bajarê Têhranê serketinên vê dawîyê yên dewlet û gelê Iraqê li hemberî têrorîstan destkevteke girîng zanîn û got: Parastina yêketîyê û bihêzkirina hevgirtina navxweyî ya hemî komên sîyasî, mezhebî û etnîkî li vî welatî pêwîst e.

Serokomarê Îranê tevî rêzgirtina li rola merceîyeta dînî li birêvebirina gel û bihêzkirina hevgirtina komên curbicur jibo dabînkirina berjewendîyên netewî yên Iraqê got: Berfirekirina peywendîyên Îran û Iraqê ser xêra gelên her du welatan û gelên navçê ye.

Seyîd Emar Hekîm, serokê Civata Bilind a Islamî ya Iraqê jî di vê hevdîtinê da nirxandinek li bara rewşa sîyasî, aborî û ewlehîyê û her wiha alûgurên Iraqê û pêvajoya têkoşîna li hemberî têrorîsmê û DAIŞ`ê li vî welatî raber kir.

Wî her wiha serketina mezin a azadkirina Felûcê ji bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê hasila tifaq û hevdengîya hemî hêzên gelanî û serbazî û sîyasî zanî û li ser dewama vê hevdengîyê heta kokbirrkirina têrorîsmê û paqijkirina deverên li bin lepên têrorîstan sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu