Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamiya Îranê, got: Dabînkirina ewlehiya mayinde ya li Iraqê, ji Îranê re karê sereke û girîng e.
Elî Şemxanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamiya Îranê, roja yekşemê li hevdîtina Mistefa Kazimî, serokê îstixbarata Iraqê li Têhranê, destnîşan kir: Komara Îslamiya Îranê, amade ye ku ceribandinên xwe yên îstixbaratî û ewlehiyê di warê sekinîna li hember terorîsmê de, raberî Iraqê bike.
Şemxanî, bal kişand ser serketinên bi dûhev ên artêşê û hêzên gelanî yên Iraqê li hember terorîsma tekfîrî û derxistina DAIŞ`ê ji navçeyên curbicur ên vî welatî û got: Îdiaya beşdariya welatên rojavayî li dabînkirirna ewlehiya navçê, dereweke mezin e ku encamên wê yên bi xwîn û pirxerc li gellek welatên navçê hene.
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Komara Îslamiya Îranê, berdewamiya gotûbêjên bi dûhev di navbera rayedarên payebilind ên Îran û Iraqê de ji bo lîstina roleke kêrhatî ji aliyê du welatan li navçê û sekinîna li hemberî komployên dijminan ên ji bo perçekirin û lawazkirina welatên îslamî, girîng û bibandor nirxand.
Şemxanî herwiha got ku bikaranîna nedirust a agirbes û gotûbêjên siyasî yên li Sûriyê ji aliyê Amerîkayê û bê soziya vî welatî derheq lihevkirina wê tev Rûsyayê, vê yekê îsbat dike ku bawera Îranê li bara rola xirab û bi taluke ya Amerîkayê li navçê çiqas rast e. Wî herwiha got: Piştgiriya ji hin grûpên terorîst bi navê grûpên nerm û navînrê, li çarçova armancên siyasî ên Amerîkayê cih digire ku bi salan vê yekê dişopîne.
Mistefa Kazimî, serokê îstixbarata Iraqê jî di vê hevdîtinê de bal kişand ser rola bi bandor a Îranê li warê sekinîna li hemberî terorîsmê de û zêdekirina aramî û ewlehiya li navçê û got: Serketina Îranê ya li warê sekinîna li hemberî terorîsmê û dabînkirina ewlehiya li nav û derveyî sînorên Îranê, hegereka rohn ji mînakbûna Îranê li beşa ewlehî û îstiqrarê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)