İslami Davet Kurdi Bange İslami

Hevdîtina Serokê Komara Îslamî ya Îranê tev Ayetullah Sîstanî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li bajarê Necefê tev Ayetulla “Elî Sîstanî” merceyê bilind ên Şîeyên Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî sibeha Çarşemiyê piştî ziyareta tirba paqij û nûranî ya Îmam Elî (S), Îmamê yekem ê şîeyên Cîhanê, bi Ayetullah Sîstanî ra gotûbêj kir.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê jibo sefereka fermî ya sêrojî gihîşte Bexdayê û di heyama du rojan mayîna xwe li paytexta Iraqê bi rayedarên vî welatî, kesayetî û bijardeyên iraqî ra hevdîtin û gotûbêj kir.

Rayedarên Îran û Iraqê di gotûbêjên giştalî li warên cûrbicûr, pênc belgename û têgihîştinmaeyên hevkariyê wajo kirin.

Îran û Iraqê roja Sêşemiyê bi dayîna daxûyaniyeka hevpar, tevî diyarkirina çarçova hevkariyên xwe di pêşerojê da, derbarê belaşbûna vîzayê jibo welatiyên du welatan, her wiha sehkirin û paqijkirina çemê “Ervend”ê li hev kirin.

Exit mobile version