FilistînNûçeRojhilatanavin

Xulamê Îsraîlê Mahmûd Abbas: “Ji bo aştiya bi Îsraîlê re em amade ne”

Xulamê Îsraîlê Mahmûd Abbas li Şeriaya Rojava di konferansa Xerîbiyên Beytullahîmê de got: “Di van serdemên dawî de bi Îsraîlê re me rêyên diyalog û mûzakereyan girtibû, lê me deriye aştiyê negirtiye. Em tim deste xwe dirêjî cîranê xwe dikin û em ji wan re dibêjin werin em aştiyê biaxivin û li ser vê axê em bi hev re bijîn. Heke hûn qebûl bikin dê hemû dewletên ereb we binase.”

EM JI DİYALOGÊ RE AMADE NE

Xulamê Îsraîlê  Mahmûd Abbas di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bi şertê axaftina çarteseriyekê, rawestandina înşaetên niiştecihan û sepandina peymanên navbera herdu aliyan ji diyalogê re em amade ne. Ji bo ku Filistîn jî di nava nexşeya cihanê de cihê xwe bigire em tekoşînê didin û em bûne endamen gelek sazî û dezgehên navneteweyî. Lê ji bo damezrandina dewleteke ku paytextê wê Qudsa Rojhilat be divê em gelek merhale derbas bikin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu