Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û wezîra karên derve ya Norvejê li kêleka civîna Oslowê hevdîtin û gotûbêj kirin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, Elî Ekber Salihî serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li hevdîtina Înê Êrîkson Sorîd wezîra karên derve ya Norvejê got ku kiryara welatên ewrûpî ji bo rawestana li ber siyasetên bi dijminatî yên Emerîkayê li hember rêketina navokî têrê nake û got: Parastina vê hevhatinê maye ser rawestana cidî û eşkere li hember siyasetên Trump bi taybet ji riya Yekitiya Ewrûpayê.
Salihî her wiha daxwaza berfirehkirin û xurtkirina zêdetir a peywendiyên navbera îran û Norvejê bi taybet li warên aborî, xebitandina sermayê û ticarî kir.
Înê Êrîkson Sorîd jî li vê hevdîtinê bal kişand ser vê yekê ku Norvej ji hewldanên Yekitiya Ewrûpayê ji bo parastina rêketian navokî piştgiriyê dike û serkinîna hemî aliyan ser cihanîna berpirsiyariyên xwe pêwîst da zanîn.
Elîekber Salihî roja duşemiyê ser deweta dewleta Norvejê û ji bo beşdariya li civîna Slofiromê bi taximekê re sefera Norvejê kir.
Civîna Slowfiromê her sal bi beşdariya navbeynkar, berpirs û xîmdarên aşitîyê û karzanên navneteweyî bi ramanca hilkolandina pevçûnên li cîhanê û raberkirina hin rêçareyan ji bo kutakirina wan, li Oslowa paytexta Norvejê tê lidarxistin.