ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê Sazîya Radyo û Têlêvîzyonên Îranê digel sêkrêtêrê giştî yê Hizbulaha Libnanê

Serokê Sazîya Radyo û Têlêvîzyonên Komara Islamî ya Îranê û sêkrêtêrê giştî yê Hizbulaha Libnanê li Bêrûtê têkildarî alûgurên deverê gotûbêj kirin.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Evdilelî Elî-Eskerî serokê Sazîya Radyo û Têlêvîzyonên Îranê û Seyîd Hesen Nesrulah sêkrêtêrê giştî yê Hizbulaha Libnanê îro li vê hevdîtinê alûgurên meydanî yên Sûrîye, Iraq û Libnanê û serketninên vê dawîyê yên bereya berxwedanê hilkolandin.

Serokê Sazîya Radyo û Têlêvîzyonên Îranê û sêkrêtêrê giştî yê Hizbulahê li vê hevdîtinê pêgirî ser rola mêdyayan li bereya berxwedanê kirin û ragihandin ku amadebûna mêdyakaran li bereya berxwedanê li rex hêzên meydan bandoreke mezin li serketinên vê dawîyê hebûye.

Evdilelî Elî-Eskerî duşemê piştî seredana Sûrîyê ku bi merema hevdîtina digel rayedarên sîyasî û hin berpirsên mêdyayî yên vî welatî pêk hat, derbasî Libanê bû.

Serokê Sazîya Radyo û Têlêvîzyonên Îranê li Bêrûtê digel Mîşêl Ewn serokomar û Hesen Fezlulah serokê komsyona ragihandinê ya meclisa Libnanê hevdîtin pêk anî û çû seredana têlêvîzyona Al Manar a vî welatî. Dema vê seredanê de, têgiheştinama hevkarîya çandî û mêdyayî di navbera Sazîya Radyo û Têlêvîzyonên Îranê û Hizbulaha Libnanê de hat wajokirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu