ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê teşkîlata dadweriyê ya Îranê tev ayetullah seyîd Muhemed Seîd Hekîm

Ayetullah Sadiq Amoliyê- Larîcanî serokê dezgeha dadweriyê ya Îranê îro li hevdîtina tev ayetullha Seyîd Muhemed Seîd Hekîm merceyê teqlîdê yê şîeyên Iraqê li Necefa pîroz bi wî ra li bara meselên bi dilê her du alîyan gotûbêj kir.

Taxima dadweriyê ya Îranê berêvara îro ji Necefa pîroz ber bi Kerbelaya pîroz ve diçe. Serokê teşkîlata dadweriyê û taxima  bi wî re li merasima  şiştina tirba îmam Elî (S) îmamê ewil ê şîeyên cîhanê beşdar bû.

Serokê teşkîlata  dadweriyê ya Îranê rojên yekşem û duşemê li hevdîtina tev Heyder Ebadî, Fuad Mesûm, Selîm Cibûrî, serokwezîr, serokkomar û serokê parlemana  Iraqê bi wan ra li bara peywendiyên dualî, alûgurên navçê û rawestana li ber terorîzmê li navçê û Iraqê gotûbêj kir.

Ayetullah Sadiq Amoliyê- Larîcanî berêvara şemiyê bi taximeke pilebilind a dadweriyê re gihêşt Iraqê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu