AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokkomarê Efxanistanê tev serokkomarê Îranê

Serokên Komara Îslamiya Îranê û Efxanistanê, rê û berbendên berfirehbûna giştalî ya peywendiyên di navbera du welatan de hilkolandin û li ser wan axivîn û li ser pêkanîna leza li kûrkirin û berfirehkirina peywendiyên di navbera Têhran û Kabolê de, pêgîrî kirin.

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê , roja duşemiyê li hevdîtina tev Eşref Xenî, serokkomarê Efxanistanê, li Têhranê, bal kişand ser mijarên hevpar ên olî, çandî û dîrokî yên du gelên Îran û Efxanistanê û got: Ji bo Komara Îlsmaiya Îranê, aramî, ewlehî û geşepêdana Efxanistanê, pirr girîng e û di vê çarçoveyê de ew amade ye ku her hevkariyekê bike.

Rûhanî, bal kişand ser îmzekirina hevhatinnameya tranzîtî û bazirganiyê ya sêalî ya Çabiharê, di navbera Îran, Hindûstan û Efxanistanê de û herwiha got, belgeya ku dê îro di navbera Îran, Efxanistan û Hindûstanê de were wajokirin, ne tenê dê rê ji bo geşbûna sê welatan xwe bike, belki dê ji bo geşepêdana navçê jî girîng be.

Serokê Komara Îslamiya îranê, herwiha nerehetiya xwe bona bûyerên têrorîstî yên vê dawiyê li Efxanistanê, nîşan da û got: Di her dera Efxanistanê de bûyerek biqewime û kesekî bêsûc were kuştin, dê Îran nerehet bibe.

Eşref Xenî, serokê Komara Efxanistanê jî di vê hevdîtinê de bona pêşketin û geşepêdana Îranê ya di warên curbicur de kêfxweşiya xwe diyar kir û got: Hertim aramî, ewlehî û pêşketina Îranê, bûye sedema aramî, ewlehî û pêşketina Efxanistanê û ji ber vê yekê Kabol bi dû berfirehkirina peywendiyên dualî û çendalî tev Îranê ye.

Serokkomarê Efxanistanê, bal kişand ser wajokirina hevhatinnama sêalî ya tranzîtî ya Çabiharê di navbera Îran, Hindûstan û Efxanistanê û herwiha got, îro rojê pêngaveka mezin li peywendî û hevkariyên dualî û navçeyî yên sê welatan tê hilanîn û ev xeta tranzîtî, dê bandoreka mezin dayne ser hevkariyên navçeyî . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu