AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokkomarên Îran û Pakistanê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê û serokkomarê Pakistanê li hevdîtina xwe de ser mijar û meselên girîng yên du alî, navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî ku sefera Pakistanê kiriye îro li hevdîtina û serokkomarê Pakistanê Memnûn Husên got: Îran piştgiriya berfirebûna pêwendî û hevkariyên Tehran û Îslamabadê li gişt waran dike.

Ruhanî herwiha got ku welatê wî amade ye enerjiya pêwîst ji Pakistanê re dabîn bike û dewrana piştî boykotan dem û gaveke herî baş e ji bo berfirebûna van hevkarî û pêwendiyan bi taybetî li warê enerjî, petroşîmî û karûbarên bankî.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê desnîşan kir ku abora Îranê û Pakistanê hevdu dikemilînin û got: Aktîvkirina bazarçeyên ser sînor, rakirina gavan ber bi ticareta azad û pêkanîna hesabên hevpar ên bankî ji bo ticaretê dibin sedema berfirebûna hevkariyên aborî yên du welatan.

Ruhanî li dewamê de bal kişand ser giringiya ewlehiya sînorên du welatan û got: Sînorên Îranê ji Pakistanê re ewleh û îmin in û em hêvîdar in aliyê pakistanî jî ji bo jinavbirina bêewlhiyên berfire ji bo sînorê Îranê gavên pêwîst rake.

Serokê Komara Pakistanê jî ragihand ku welatê wî ji bo berfirekirina pêwendî û hevkariyan tev Îranê li gişt waran amade ye bi taybet li warê aborî û got: Danûstandinên ticarî yên du welatan divê ji milyardek dolar derbas bibe.

Memnûn Husên herwiha bal kişand ser pirsgirêka terorîzmê li navçê de û li ser berfire û zêdekirina hevkariya Tehran û Îslamabadê li warê sekinîna li hemberfî terorîzm û tundrewiyê pêgîrî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu