ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokkomarên Îran û Tirkiyê li New York`ê

Serokkomarên Îran û Tirkiyê ser çareserkirina qeyranên navçeyî û rawestana li ber terorîzmê li Sûriyê û Iraqê tekez kirin.

  Li gorî rapora IRIB News`ê, Hesen Rûhanî serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina  Receb Teyib Erdoxan serokkomarê Tirkiyê li New York`ê  bi ragihandina vê yekê ku  Îran li hemî qonaxên hevaltiyê dê li kêleka Tirkiyê bimîne, got: Têhran amade ye ku  peywendiya xwe bi Enqerê re  li hemî beşan ji veguhestin û tarnzîtê, pêşe û enerjiyê berfireh bike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bal kişand  ser darbeya li Tirkiyê  jî û got: Bêewlehiyê û darbeya li dijî dewleta ku li Tirkiyê bi dengê xelkê hatiye bijartinê  meriv aciz dike û Îran ji hemen bîstikên  destpêkê hemî îmakn û zirûfên  xwe jibo  istiqrar û ewlehiyê li Tirkiyê bi kar anî.

Serokê Komara  Îslamî ya Îranê bal kişand  ser vê yekê ku  darbe li Tirkiyê li dewama hin bûyeran e ku hin  qawetên dijberê navçê bi rêve birine û got: Bêguman bi hewldana hevpar dikarin  rê li ber pêvajoya ku  dijminan darêştine  bigrin.

Rûhanî her wiha  terorîzm gefek li dijî hemî welatên navçê da zanîn û rola Îranê li rawestana li ber terorîzm û bêewlhtiyê li navçê û bi taybet li Sûriye û Iraqê giring nirxand. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu