ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokomar, serokparliman û serokê saziya Dadweriyê ya Îranê sibeha îro hat lidarxistin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê xurtkirina û zêdekirina pêwendiya tev welatên navçeyê ji hêla siyasî, ewlehî û aborî va ji babetên sereke û girîng ên siyaseta derveyî ya dewleta Îranê da zanîn.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya serrokomartiyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja Duşemiyê di dawiya civîna serokên saziyên cihêner (Serokomartî), Qanûndarêştin (Serokê Parlimanê) û dadweriyê li nav koma nûçegihanan destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê hertim di riya xurtkirina hevkariya bi welatên cînar ra bi armanca zêdekirina ewlehî û aramiyê li navçeyê pêngavan radike.

Rûhanî bal kişande ser lidarxistina civîna tê ya serokên Tirkiye, Rûsiye û Îranê ji bo çareserkirina qeyrana Sûriyê û hêvî kir ku ev civîn bibin sedema kûrkirina pêwendîya Îranê û welatên navçe û cîhanê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha destnîşan kir: Bêguman guhertinên roja îro li dinyayê nikarin bandoreka nerênî li riya aramî û ewlehî, berhemanîn û yekîtiya Îranê bikin.

Hesen Rûhanî li bara mijarên civîna serokên sê saziyên Îranê, got: Li vê civînê li ser pêwîstiya parastina yekîtî û hevgirtina navxweyî wek pêwîstiyekê ji bo welêt pêgirî hat kirin.

Hevdîtina serokomar, serokparliman û serokê saziya Dadweriyê ya Îranê sibeha îro anku Duşemiyê bi mazûbantiya Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu