ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokomarên Îran û Venezuelayê li Karakasê

Serokên Komara Islamî ya Îranê û Venezuelayê li ser rola girîng û kêrhatî ya Tevgera Qeydnenasan li warê pêkanîna aştî û istiqrarê li cehanê sekinîn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê, şeva buhurî li hevdîtina tev Nîkolas Madoro serokomarê Venezuelayê, destpêbûna dewra serokatîya vî welatî li Tevgera Qeydnenasan pîroz kir û got: Têhran amade ye tecrubeyên dewra serokatîya xwe li vê Teverê bide ber destê Vênêzoêlayê.

Rûhanî bal kişand ser alûgurên girîng ên navçeyî û navnetewî û got: Tevgera Qeydnenasan dikare roleke mezin li cehana roja îro hebe û endamên vê Tevgerê divê bi tifaq û hevkarîyê, berjewendîyên komkî pêşda bibin.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herviha bal kişand ser mijara daketina bihaya niftê û dûhatên wê ser aborîya dinyayê û pêkutî kir ku misogerbûna rewşa bazarê, bihaya dadmendane û pişka dadmendane ya derîner û bifiroşên niftê, berjewendîyên mayinde yên bifiroş û bikirrên enerjîyê garantî dikin.

Rûhanî da zanîn ku Îran hez dike li warên curbicur ên aborî û sermayedanînê bi Venezuelayê ra hevkarîyê bike û çalakbûna komsyona hevpar a her du welatan jibo pêşdabirina plan û projên pêşber erênî nirxand.

Serokkomarê Venezuelayê jî bi sekinîna ser vîya ku Karakas micid e hevkarîyên warên curbicur bi Têhranê ra berfire bike, got: Îran û Venezuelayê derfetên zef jibo berfirekirina hevkarîyan hene û welatê wî bi dû sermayedanîna hevpar li warên pêşeyî, binavahî û enerjîyê ye.

Madoro bal kişand ser mijara daketina bihaya niftê û pêkutî kir ku welatên derînerê niftê ji ber daketina bihaya niftê tûşî zîyanê bûne û divê bi tifaqê jibo misogerkirina bihaya niftê hewl bidin.

Hevdehemîn civîna serokên Tevgera Qeydnenasan yê îro li grava Margarîtaya Venezuelayê destpê bibe û serokê Komara Islamî ya Îranê yê di vê civînê da serokatîya vê Tevgerê radestî Venezuelayê bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu