EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokwezîrê berê yê Swêdê digel Zerîf

Serokwezîr û wezîrê karên deve yê berê yê Swêdê tev wezîrê karên deve yê Îranê li bara mijara Filistînê, rola xerabkir a Rêjîma Siyonîst li navçeyê, cihanîna Lihevkirina Navokî û peywendiyên Îranê û Yekîtiya Ewropayê gotûbêj kir.

Li gorî rapora navenda ragihandinê ya wezareta karên derve, wezîrê karên derve û serokwezîrê berê yê Swêdê, Karl Bîldit ku hevrê digel taximekê ji Konseya Peywendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê hatiye Têhranê, sibeha îro duşemiyê digel Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li bara mijarên herî girîng li guhertinên navnçeyî û navneteweyî bi taybet Sûriyê û şandina alîkariyên mirovhezane, agirbesê û bidawîanîna pevçûnan li vî welatî gotûbêj kir.

Karl Bîldit berî viya jî wek wezîrê karên derve yê Swêdê bi awayê fermî sefera Îranê kiribû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu