Şêwirmendê pilebilind ê Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi balyozê Komara Îslamî ya Îranê re li Bexdayê hevdîtin pêk anî û gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Welîd El-Hêlî, şêwirmendê pilebilind ê Ebadî roja duşemiyê çû balyozxana Komara îslamî li Bexdayê û êrişa ser konsûlgeriya Komara Îslamî ya Îranê li Besrayê şermezar kir û li bara girtina hejmarek ji sebebkarên vê destdirêjiyê û dewama lêkolîn û jêpirsîna ji van kesana agahî da.
Îrec Mescidî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê jî li vê hevdîtinê tevî ragahndina hevgirtina bi gelê Iraq û Besaryê daxwaza raghandina encamên lêkolînên têkildar ji aliyê teşkîlata dadweriyê û rawesana li ber sebebkarên sereke yên bûyerê kir.
Îniyê 7 Îlonê, komek bi mehna protestokirina rewşa aloz a gîhandina alîkariyê êriş kirin ser avahiya konsûlgeriya Îranê li Besrayê û agir berdan vê avahiyê.
Parêzgeha Besaryê li başûrê Iraqê li heftiyên dawiyê şehedê xwenîşandana gel bona protestokirina bêkarî, kêmbûna asta xizmetên giştî û tenahiyê, kêamsiya av û karebayê û gendeliyê li saziyên dewletî bûye.