ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina şêwirmendê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî bi Iraqçî re

Şêwirmendê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên geşatiya mayînde, ser rola aktîv a Komara Îslamî ya Îranê li pêvajoya muzakirên li bara armancên geşatiya mayînde tekez kir.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Cêfrî Dêyvîd Saks, şêwirkarê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li karûbarên geşatiya mayînde ku hatiye Têhranê, roja duşemiyê li hevdîtina tev seyd Ebas Iarqçî, alîkarê hiqûqî û navneteweyî yê wezîrê karên derve yê Îranê hêvî kir ku pêvajoya geşatiya mayînde û bernama karê 2030`yê bo geşatiya mayînde bi beşdariya aktîv a hemî welatên endam ji bo serêxwegirtina armancên geşatiya mayinde, pêşketinên baş hebin.

Şêwirkarê taybet ê sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî got ku mijara jîngehê û guhertinên av û hewayê jî li nav armancên geşatiya amyinde cih û şûneke taybet hene.

Seyd Ebas Iraqçî jî li vê hevdîtinê destnîşan kir ku mesela jîngehê û geşatiya mayinde ji bo Komara Îslamî ya Îranê pir giring in û siyasetên giştî yên nizamê û bernameyên neteweyî ser parastina jîngehê û geşatiya mayinde li beşên curbiur ên Îranê pêgiriyê dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu