BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina Şêx Îsa Qasim tev Ayetullah Mekarim Şîrazî

Şêx Îsa Qasim, melayê pileberz ê Behrêynî roja Sêşemiyê tev Ayetullah Nasir Mekarim Şîrazî ji merceyên mezin ên Teqlîdê li Qomê (Başûrê parêzgeha Têhranê) hevdîtin û gotûbêj kir.

Şêx Îsa Qasim û Ayetullah Nasir Mekarim Şîrazî li vê hevdîtinê derbarê dawîn guhertinên Cîhana Îslamî bi taybet mijara Behrêynê behs û gotûbêj kirin.

Ayetullah Mekarim Şîrazî li vê hevdîtinê ji tkoşînên gelê Behrêynê û  Şêx Îsa Qasim sipasî kir û jibo saxlemiya wî û filitîna tevahiya misilmanên cîhanê bi taybet misilmanên bindest ên Behrêynê ji şerê zalim û zorbêjan dua kir.

Şêx Îsa Qasimî jî li vê hevdîtibê raporek ji dawîn rewşa Behrêynê û misilmanên vî welatî raber kir û xitabî Ayetullah Nasir Mekarim Şîrazî  got: Hûn ji kesayetiyên girîng ên Cîhana Îslamê ne.

Şêx Îsa Qasim roja Şemiyê gihîşte bajarê pîroz ê Qomê li başûrê Têhranê.

Gelê Behrêynê daxwaza azadî, pêkhatna edalet û wêdadayîna cihêkariy û desthilatdarbûna pergalek hilbijartî ji aliyê gel va li welatê xw dikin.

Lê Rêjîma Alê xelîfe bi alîkariyaekdarên siûdî û memûrên ewlehiyê yên Imaratê ku li çarçova hêzên Mertala Giravê li Behrêynê bi cih bûne, nerzîtiyên gelanî li vî welatî serkut dikin.

Başa dön tuşu