Şêx Îsa Qasim û Ayetullah Nasir Mekarim Şîrazî li vê hevdîtinê derbarê dawîn guhertinên Cîhana Îslamî bi taybet mijara Behrêynê behs û gotûbêj kirin.
Ayetullah Mekarim Şîrazî li vê hevdîtinê ji tkoşînên gelê Behrêynê û Şêx Îsa Qasim sipasî kir û jibo saxlemiya wî û filitîna tevahiya misilmanên cîhanê bi taybet misilmanên bindest ên Behrêynê ji şerê zalim û zorbêjan dua kir.
Şêx Îsa Qasimî jî li vê hevdîtibê raporek ji dawîn rewşa Behrêynê û misilmanên vî welatî raber kir û xitabî Ayetullah Nasir Mekarim Şîrazî got: Hûn ji kesayetiyên girîng ên Cîhana Îslamê ne.
Şêx Îsa Qasim roja Şemiyê gihîşte bajarê pîroz ê Qomê li başûrê Têhranê.
Gelê Behrêynê daxwaza azadî, pêkhatna edalet û wêdadayîna cihêkariy û desthilatdarbûna pergalek hilbijartî ji aliyê gel va li welatê xw dikin.
Lê Rêjîma Alê xelîfe bi alîkariyaekdarên siûdî û memûrên ewlehiyê yên Imaratê ku li çarçova hêzên Mertala Giravê li Behrêynê bi cih bûne, nerzîtiyên gelanî li vî welatî serkut dikin.