Hevdîtina wezîrê berevaniyê yê Îranê bi fermandên bereya berxwedanê li Sûriyê
Wezîrê berevniyê yê Îranê li hevdîtina bi fermandên bereya berxwedanê li Sûriyê, armanca sereke ya dijminan pêkanîna gef û bêewlehiyê li navçê da zanîn û got: Parastina şiyanên bi desthatî, pêşiya cihhatina armancên dijminan digre.
Li gorî rapora IRIB Newsê, emîr sertîp, Emîr Hatemî Wezîrê berevaniyê û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Îranê roja duşemiyê li nava koma fermandên bereya berxwedanê li Sûriyê, bal kişand ser komployên dijminan li Sûriyê û kuştina hejmarek ji gelê vî welatî ji aliyê koma terorîstî ya DAIŞê û got : Tişta ku li Iraq û Sûriyê qewimî, li çarçoveya hin komployna bû ku emerîkiyan ji bo navçê plan darêştibûn.
Wezîrê berevniyê yê Îranê bal kişand ser têkoşîn û xebatên hêzên sûrî ji bo rawestana li ber cinayetên DAIŞ`ê û destnîşan kir: Berxwedan û têkoşana artêşê û gelê Sûriyê pêşiya cihhatina armancên kirêt ên nizama serdest û hevpeymanên wan li navçê girtiye.
Sertîp Hatemî her wiha bal kişand ser vê yekê ku komployên dijminan li navçê dê bidome û teqez kir: “Divê ji bo bêencamkirina van komployan, bereya berxwedanê amadetiya pêwîst hebe“.
Wezîrê berevaniyê û piştevaniya ji hêzên çekdar ên Îranê duh yekşemê bi taximeke eskerî re ji bo sefereke durojî berê xwe dan Sûriyê û bi Beşar Esed serokkomar û Elî Eyûb wezîrê berevaniyê yê Sûriyê rehevdîtin û gotûbêj kir.