Hevdîtina wezîrê berevaniyê yê Sûriyê û Îranê
Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê li kêleka civîna navneteweyî ya berevanî û ewlehiyê li rojava Asiyayê li Têhranê bi wezîrê berevanî û piştgiriyê yê hêzên çekdar ên Îranê hevdîtin û gotûbêj kir.
Emîr sertîp, Emîr Hatemî wezîrê berevanî û piştgiriyê yê Hêzên çekdar ên Îran roja duşemiyê li hevdîtina Mehmûd El-Şewa, alîkarê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê kêfxweşiya xwe li bara serketinên vê dawiyê yên dewleta Sûriyê li şerê li hember dijminan nîşan da û hêvî kir: Pêvajoya serketinên Sûriyê tim bidomin.
Mehmûd El-Şuwa, Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê jî li vê hevdîtinê got: Hêzên sûrî tim li halê sekinîna li hember dijminan in.
Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê hêvî kir: Pêvajoya serketinên vî welatî bi alîkariya hevalêîn Sûriyê bidome û hemî axa vî welatî ji hebûna terorîstan paqij bibe.
Civîna navneteweyî ya erevanî û ewlehiyê li rojava Asiyayê îro duşemiyê bi beşadriya kesayetiyên siyasî, berevanî, ewlehî û hin giregirên ji Asiya û Ewrûpayê li Têhranê hat lidarxistin.