ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevdîtina wezîrê berevaniyê yê Sûriyê û Îranê

Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê li kêleka civîna navneteweyî ya berevanî û ewlehiyê li rojava Asiyayê li Têhranê bi wezîrê berevanî û piştgiriyê yê hêzên çekdar ên Îranê hevdîtin û gotûbêj kir.

  Emîr sertîp, Emîr Hatemî wezîrê berevanî û piştgiriyê yê Hêzên çekdar ên Îran roja  duşemiyê li hevdîtina  Mehmûd El-Şewa, alîkarê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê kêfxweşiya xwe li bara serketinên  vê dawiyê yên dewleta Sûriyê li şerê li hember dijminan nîşan da û hêvî kir: Pêvajoya serketinên Sûriyê tim bidomin.

Mehmûd El-Şuwa,  Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê jî li vê hevdîtinê got: Hêzên sûrî tim li halê sekinîna  li hember dijminan in.

Alîkarê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê hêvî kir: Pêvajoya serketinên  vî welatî  bi  alîkariya hevalêîn Sûriyê bidome û  hemî axa vî welatî ji hebûna  terorîstan  paqij bibe.

Civîna  navneteweyî ya erevanî û ewlehiyê li rojava  Asiyayê îro duşemiyê bi beşadriya kesayetiyên siyasî, berevanî, ewlehî û hin giregirên  ji Asiya û Ewrûpayê li Têhranê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu