ÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina wezîrê derve yê Îranê û Fermandarê Artêşa Pakistanê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û Fermandarê artêşa Pakistanê Qemer Cavîd Bacuwa li Tehranê bi hev re ser hevkariyên du welatan li mijarên curbicur gotûbêj kirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf û Fermandarê artêşa Pakistanê Qemer Cavîd Bacuwa îro li hevdîtina xwe ya li Tehranê hevkariya du welatan li mijarên wekî ewlekarî, şerê li dij tundrêtî, terorîzm, qaçaxa madên hişber û dabînkirina ewlehiya sînorên hevpar hilkolandin. Wan herwiha li ser hevkarî û pêwendiyên du welatan li mijarên siyasî û aborî jî gotûbêj kirin .

Amadetiya Îranê ji bo şandina cereyan û gazê bo Pakistanê û sekinîna ser hevgirtina welatên îslamî û hişyariya li hemberî komployên dijminan yên ji bo çêkirina neyariyê navbera welatên îslamî û bûyer û pirsgirêkên li navçê ji babetên din bûn ku wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê û fermandarê artêşa Pakistanê li ser wan gotûbêj kirin.

Fermandarê artêşa Pakistanê berî vê hevdîtinê bi serdar serleşker Muhemed Baqirê serokerkanê hêzên çekdar ê Îranê ser meselên ewlehiyê û parastina sînoran gotûbêj kiribû.

Fermandarê artêşa Pakistanê Qemer Cavîd Bacuwa şeva çûyî bona gotûbêja bi rayedarên derecebilind ên îranî ser pêwendî û hevkariyên du welatan sefera Tehranê kir.

 

Başa dön tuşu